Li Mehabadê 3 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin

15:56 - 17 Tebax 2023

Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Mamil Şerîfî” kurê Mutelib, “Erselan Xeyrî” kurê Îsmaîl û “Hîwa Rahnişîn” kurê Xizr xelkê gundê “Befervan” a Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragehandiye, roja Sêşemî 24ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, Mamil Şerîfî û Erselan Xeyrî girtine.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Roja Çarşemî 25`ê Gelawêjê Hîwa jî bêyî nîşandan belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Heya dema belav kirina vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina van her sê welatiyan de nehatine bidestxistin.

Her di vê derbarê de, sibeha roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, 3 welatiyên Kurd bi navên “Şêrko Nesîrî”, “Hidayt Xeste” kurê Elî û “Eşkan Resûlî” kurê Elî xelkê bajarê Gogtepe yê Mehabadê, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin girtin û bo cihek nediyar veguhastin.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Erselan Xeyrî û Mamil Şerîfî