Li sînorê Bane 2 kolberên xelkê Serdeştê hatin girtin

11:02 - 16 Tebax 2023

Roja Yekşemî 22’ê Gelawêjê, 2 kolberên Kurd yên bi navên “Muhsin Dêwalî” xelkê gundê “Dêwalan” a Serdeştê û “Hadî Resûliyan” xelkê gundê “Hilwe” a Serdeştê li sînorê Hengejale ya Bane, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin girtin.

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê ev her du kolber bi tohmeta hilgirtina kelûpelên qaçax girtine.

Her wiha roja Yekşemî 22’ê Gelawêjê kolberek bi navê “Tahir Îsmaîl Tiwana” kurê Elî xelkê Serdeştê li sînorê “Hengejale” hat birîndarkirin û kolberekî din bi navê “Şîrzad Îsmaîl Tiwana” kurê Husên ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatin binçavkirin.

Her di heman rojê de kolberê bi navê Erselan Resûlî yê xelkê gundê “Bîşasb Jorê” a Serdeştê li sînorê “Hengejale” a bajarê Banê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî gulereşandinê hat.