Sine; Behar Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin

16:22 - 15 Tebax 2023

Roja Şemî 21’ê Gelawêjê, Behar Ehmedî hevjîna Esed Mihemedî çalakvanê sivîl ê girtî yê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê, avêtine ser mala Behar Ehmedî û ew girtin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Xanim Ehmedî tûşî nexweşiya romatîzmê bûye û bêyî ku mafê destpêragihîştin bi dermanên xwe, navbirî bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Tevî derbasbûna sê heftiyan bi ser girtina Esed Mihemedî de, ti zanyariyên rast derbarê çarenivîsa wî de nînin, û heta niha rê li ber diyarîkirina parêzer û hevdîtina bi malbata rê hatiye girtin.

Êvariya roja Duşemî 2’ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtin ser mala Esed Mihemedî li bajarê “Vîlaşehr” a Sinê û navbirî binçav kirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina van her du welatiyan de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.