Li herêmên sînorî yên Newsûdê kolberek birîndar bû

17:53 - 14 Tebax 2023

Roja Şemî 21’ê Gelawêjê, kolberek bi navê “Şayan Zehmetkêş” xelkê gundê “Tîn” a ser bi navçeya Paw, bi bi sedema golereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê birîndar bû.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê teqe li vî kolberî kirine.

Di 7’ê Gelawêja sala 1401’an de jî, ev kolber jî tevî komek kolberên din sînorê Newsûdê birîndar bibû.