Hunermendekî kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Urmiyê hat binçavkirin

16:47 - 1 Tebax 2023

Roja Yekşemî 8ê Gelawêjê, “Mihemed Çûkel” hunermendê nîgarkêş û rêveberê galiriya “Çûkel” li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Pêka çavkaniyek agehdar hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ev hunermendê Kurd li mala wî de binçav kirine.

Ev hunermendê Kurd xelkê gundê “Daşdorge” yê girêdayî bajarê “Nexedê” û rûniştyê bajarê “Urmiyê” ye û li warê nîgarkêşî û dîzaynê de kar dikir.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên li dijî navbirî hatine sepanin ti zanyariyek ji ber dest nîne.