Firêşte Mensûrî bi 6 meh û rojek heps hat cezakirin

10:26 - 14 Tebax 2023

Di rojên derbasbûyî de Firêşte Mensûrî ya temen 36 salî û xelkê bajarê Serable ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a bajarê Îlamê ve, bi tohmeta “weşana derewan bi mebesta alozkirina rewşa giştî” bi 6 meh û rojek heps hat cezakirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgeha Çerdavel cezayê ku der barê vê welatiya han de daye, bo heyama sê salan ragirtiye.

Berê taya 6 a dadgeha pêdaçûnê ya Îlamê cezayê 6 meh heps bo Firêşte Mensûrî birî bû.

Xanima MEnsûrî tevî hebûna zarokek biçûk û serperesta malê ye, dadgeha pêdaçûnê ya Îlamê bi bê berçavgirtina rewşa vê û nebûna mafê hebûna parêzer bona berevanîkirin ji xwe, biryara 6 meh heps jêra standin û dibe ev biryar bê cî bi cîkirin.

Li gorî madeya 134 a yasaya cezayên îslamî, ev welatiya han ji aliyê taya yekem ê dadgeha Şoreş a Serabla Îlamê ve, bi îdiaya “xerabkirina asayîş û aramiya giştî”, “heqaret li rêberê parêzgehê” bi 3 sal û 6 meh zîndanê hatiye mehkûmkirin. Komara Îslamî" û "kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya navxweyî" hat şermezarkirin.

Firêşte Mensûrî di 1’ê Xezelwera 1401’an de di xwenîşandanên Îlamê de ji aliyê hêzên serkutkar ên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî du heftiyan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 550 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû berdan.

Ev welatiya han di sala 1388an de li bajarê Tevrêzê ji aliyê hêzên ewlekarî yên vî bajarî ve hatibû binçav kirin û ji bo heyamê salekê ji xwendinê hatibû dûrxistin.

Her wiha di xwenîşandanên sala 1398an de jî hatibû binçavkirin û neçar ma li îdareya îtla`ata bajarê Serablahê nameyeke tobe binivîse.