Hesen Deroftade bo Îdareya Îtilaata Pîranşarê hat vexwendin

10:59 - 13 Tebax 2023

Roja Şemî 21’ê Gelawêjê, Hesen Deroftade bavê Komar Deroftade, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, bo Îdareya Îtila’ata Pîranşarê hat gazîkirin û lêpirsîn jê hat kirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê gef ji Deroftade xwarine ku nabe merisma salroja jidayikbûna Komar di 25ê Gelawêjê de lidar bixe.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Hesen Deroftade piştî sê demjimêran ji lêpirsînê hat azadkirin.

Êvara roja Yekşemî 8`ê Xezelwera 1401`an, Komer Deroftade yê temen 16 salî, û kurê Hesen xelkê Pîranşarê, ji aliyê hêzên serkutkar ve hat kuştin û termê wî roja Duşemî 9`ê Xezelwer a sala 1401`an, li gundê “Zîwke” yê Pîranşarê bi hat veşartin.