Qoçan; Riza Bebirnejad birayê Mehdî Bebirnejad yek ji şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî yê, hate binçavkirin

10:59 - 13 Tebax 2023

Êvariya roja Înê 20’ê Gelawêjê, Riza Bebirnejad, birayê Mehdî Bebirnejad, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Qoçanê, ji aliyê hêzên îtla`ata Pasdaran ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek agahdar, hêzên îtla`ata Spaha Pasdarên bi ser mala malbata Riza Bebirnejad de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar got jî: Hêzên ewlehiyê dema şikandina camên wan, dest danîne ser hinek kelûpelên şexsî yên welatiyan û bi xwe re birin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî welatî tuneye.

Di 30`ê Xermanana sala 1401`an de, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de, welatiyekî Kurd ê Qoçanê yê bi navê Mehdî Bebirnejad ê temen 22 salî, bi sedema gulreşandina hêzên serkutkr jiyana xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê piştî sê rojan bi sozeke nivîskî termê Mehdî radestî malbata wî kirin. Merasîma veşartina termê wî li gundê “Şark”a Qoçanê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hat lidarxistin.