Du welatiyên Kurd li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

12:00 - 12 Tebax 2023

Şeva Pêncşemî 19`ê Gelawêja 1402 a Rojî, du welatiyên Kurd ên bi navên “Luqman Pîşyar û Hesen Merdanî” ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hezên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê belgeya dadgehê ew du welatiyane binçav kirine.

Heta niha ji rewşa wan du welatiyan, ti zaniyariyek nehatiye zanîn.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan du welatiyên Kurd de, ti zaniyariyek li berdest nîne.