Welatiyekî Kurd piştî pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin

16:22 - 10 Tebax 2023

Di rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê “Şoreş Îbrahîmî” xelkê gundê “Gergol Jorê” ya Pîranşarê ji girtîgeha Îtilaata Pîranşarê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek agehdar, ev welatiyê han ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bê parkirin.

Sibeha roja Duşemî 19’ê Pûşperê, hêzên ewlehiyl ev welatiyê han li ser rêya Peswê – Mehabadê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê binçavkirbûn û piştre avêtine ser mala wî li gundê “Gergol Jorê” û lêkolîn kirin.

Heya niha ti zanyariyên berfireh derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Şoreş Îbrahîmî de nehatine bidest xistin.