Ferhad Navayî yê 16 salî yê xelkê Mehabadî ji navenda çaksaziya Urmiyê hat berdan

16:21 - 10 Tebax 2023

Roja Çarşemî 18’ê Gelawêjê, Ferhad Navayî ciwanê 16 salî yê xelkê gundê “Terşkan” a ser bi navçeya Mehabadê ji navenda çaksaziya Urmiyê hat berdan.

Ev zarok ji aliyê dadgeha cezayên taybet a ciwanan li Mehabadê bi tohmeta “komkirin û lihevkirin ji bo pêkanîna tawanên dijî ewlehiya navxweyî ya welat” tevî rojên binçavkirina berê, bi du sal heps hatibû mehkûmkirin.

Ev hukmê roja Şemiyê 17`ê Pûşperê piştî ku malbata Ferhad Nevayî çûbûn dadgehê, hat ragihandin. Her wiha biryar ji bo Ferhad Nevayî yê li navenda çaksaziya Urmiyê hatiye şandin.

Ferhad Nevayî di dema binçavkirinê û civîna dadgehê de ji mafê hebûna parêzer bê par bûye û her wiha dadgehê ji bo serbestberdana demkî ya Ferhad jî malbata wî neçarkir ku 5 milyar Tûmen dabinênên.

Nûçegihaniya “Mîzan” a ser bi Dezgeha Dadweriyê jî nûçeyek derbarê Ferhad Nevayî belav kiriye û nivîsiye: “Dadgeha cezayên taybet bo ciwanan a parêzgeha Mehabadê, di civîna dozê de, li gor belgeyên berdest derbarê tohmeta wî de, ji şer û pevçûnan û li gorî naveroka dosyeyê, lêpirsîn, îfade û beyanên bersûcan, bi sûcê komkirin û lihevkirina li dijî ewlehiya navxweyî ya welat 2 sal ceza lê birî. Li gor yasaya kêmkirina cezayê girtîgehê û sepandina kêmkirina qanûnî, li navenda çaksaziyê tevî rojên binçavkirinê cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Ferhad Nevayî di 27ê Xezelwera sala 1401an de bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.