Sine; Waran Muhemednejad bi salek hepsa ragirtî hat cezakirin

11:57 - 1 Tebax 2023

Waran Mihemednejad, xwendekara Zanîngeha Hunerê ya Yezdê û endama Rêxistina Çand û Civakî ya Nûjîn, ji aliyê Dadwerê Taya Yekem ê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sinê ve, Seîdî, salek girtîgehê hat cezakirin.

Li gorî çavkaniyeke haydar, dadgehê ew çalakvana medenî ya Kurd bi “têkdana aramiya giştî, gazîkirina xelk bo kombûnan û piştevanîkirina yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” tometbar kiriye.

Çavkaniya han eşkere kir: Dadgeha pêragihîştin bi tohmeta Waran Mihemednejad ku li sê dewran de hat lidarxistin, du sal hepsa tagirtî bi ser navbirî de sepandin û ev ceya li 27 Reşemya sala 1401an jêra hate ragehandin.

Mihemednejad roja Pêncşemiyê 21`ê Rezbera sala 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Şemiyê 10ê Xezelwera sala 1401an bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Roja Yekşemî 24ê Rezbera sala 1401an, sê endamên malbata Mihemednejad yên bi navên Sherr Wehabî, Dayîka Waran, Vîda Mihemednejad, xwîşka Waran û Peyam Mîrî, hevjînê Waran, di dema gazîkirina wan  bo girtîgeha Ewlekariya Şehramfer a bajarê Sinê bo lêkolînê, wir jî hatibûn binçavkirin.

Waran Mihemednejad xelkê gundê Tangîserê yê parêzgeha Sinê ye.