Qedera welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê nerohn e

13:21 - 7 Tebax 2023

Qedera welatiyekî xelkê bajarê “Şino” yê bi navê “Aram Şeiban” piştî derbasbûna 28 rojan ji binçavkirina wî nerohn e û di vê derheqê de ti zaniyariyeke serast li ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye bi armanca lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û heta niha ji mafê destpêregiştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Hêzên ewlehî mobayla wî welatîyî digel xwe birine”.

Sibêdeha roja Yekşemî 18ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgên yasayî “Aram Şeiban” binçav kirine û heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.