Kolberek di encama bûyera hatinûçûnê de canê xwe ji dest da

17:29 - 6 Tebax 2023

Roja Şemî 14ê Gelawêja 1402 a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Resûl Gageşî” yê xelkê bajarê Serdeştê li rêya hatina nav bajarê Banê li encama lêketina maşîna kasibkarekî ku hêzên leşkerî li pey kevtibûn, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar bo Kurdpayê, “Resûl Gageşî” piştî zivirîn ji kolberiyê ji sînorê “Hengejal” ê bajarê Banê û li rêya hatina nav bajar, bi sedema lêketina maşîna kasibkarekî ku direvî û hêzên leşkerî li pey kevtibûn, canê xwe ji dest da.

Termê wî kolberê Kurd niha li nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê ye.

Resûl Gageşî xêzandar û bavê 5 zarokan e û temenê wî ji 40 salî zêdetir e.

Herwisa şeva Pêncşemî 12ê Gelawêja 1402 a Rojî, kolberek ê bi navê “Huşyar Emînî Dûsîne” yê kurê “Mihemed” û xelkê gundê “Dûsîne” yê ser bi bajarê Banê, di encama teqeya hêzên hikûmetî de li sînorê “Hengejal”ê canê xwe ji dest da.