Merîwan; “Arman Nîkpey” bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:39 - 6 Tebax 2023

Roja Yekşemî 15ê Gelawêja 1402 a Rojî, welatiyekî xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê yê bi navê “Arman Nîkpey”, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayê demkî, ji girtîgeha vî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye, piştî bi dawîhatina lêpirsînan ji girtîgeha Îdareya Îtilaat a bajarê Merîwanê bo girtîgeha vî bajarê hatibû veguhastin; Navbirî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Şeva Çarşemî 21ê Pûşperê, “Arman Nîkpey” bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û heta niha jî, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin li dijî wî welatiyî Kurd, ti zaniyariyek li ber dest nîne.