Sine; Rêbwar Ebdulahî bi danîna barimteyê hat berdan

11:56 - 1 Tebax 2023

Roja Duşemî 9’ê Gelawêjê, Rêbwar Ebdullahî, çalakvanê xelkê bajarê Sinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha îdareya îtla`ata vî bajarî hate azadkirin.

Roja Çarşemî 21’ê Pûşperê, ev çalakvanê kedkarî piştî derketina ji malê bi mebesta çûna ser kar, bê radeskirina belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Ev çalakvan di sala 1400’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û di sala 1401’an de ji aliyê taya yekem ê dadgeha Şoreşa bajarê Sinê ve, bi tohmeta “propagandakirina dijî hikûmetê” bi serokatiya dadwer Seîdî, bi du sal hepsa ragirtî hate cezakirin.

Rêbwar Ebdullahî, endamê berê yê Komîteya Hevahengiya Damezrandina Rêxistinên Kedkeran bûye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha Şoreşa Sinê bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta, endambûn di Komîteya Hevahengî û Hevkariya bi yek ji partiyên dijberên Îranê re bi salek hepsa te`izîrî hatibû cezakirin.