Sine; Muxtar Mênberî piştî danîna barimteyê hat berdan

21:35 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Sêşemî 13’ê Tîrmehê, Muxtar Mênberî  welatiyê gundê “Niyer” a bajarê Sinê piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.

Li gor çavkaniyeke ku ji Kurdpa yê re ragehandiye, ev welatiyê han danê sibê roja Sêşemî 13’ê Pûşperê, piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mênberî di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzerekî diyarkirî û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.

Roja Duşemî 8`ê Cozerdanê, Muxtar Mênberî yê kurê Sabir bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.