3 çalakvanên medenî yên Kurd li Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

16:54 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja duşemî 2ê Gelawêjê, Hozan Babakeremî, Mesûd Mîrzayî û Îbrahîm Mîrzayî çalakvanên medenî yên bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Mesûd Mîrzayî bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li rêya di navbera Sine-Kirmaşanê hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev çalakvanê medenî yê temen 53 salî vê dawiyê neştergeriyeke dil derbas kiriye û nexweşiya şekir e heye û heya niha ji xizmetguzariyên pizîşkî bêpar bûye.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hevdem ligel binçavkirina Mesûd Mîrzeyî birayê wî Îbrahîm Mîrzeyî jî bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hatiye binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar ragihand: Hozan Baba Keremî mamostayê zimanê Kurdî û endamê komeleya çandî-civakî “Nûjîn” jî li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her sê çalakvanên Kurd tine.

Wêne ji rast ber bi çep: Hozan Babakeremî, Mesûd Mîrzayî û Îbrahîm Mîrzayî