Ciwanro; Çalakvanê jîngehparêz Yasir Nûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

10:47 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Şemî 7`ê Gelawêjê, çalakvanê jîngehparêz ê Ciwanroyê Yasir Nûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev çalakvanê jîngehparêzî li yek ji cadeyên Ciwanroyê bê radestkirina belgeya dadgehê, ev bi tundûtûjiyê binçav kirine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina vî çalakvanê Kurd, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wî ya şexsî û lêgerîn li mala wî kirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Yasir Nûrî tine ye.