Newsûd: Kolberek ji ber ketina ji bilindahiyê birîndar bû

10:19 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Şemiyê 7’ê Gelawêjê, kolberê bi navê “Teyb Xosrewî” xelkê gundê “Tîn”a ser bi Pawe, bi sedema ketina ji bilindahiyê li sînorê Newsûdê birîndar bû.

Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin û di vê bûyerê de ji ser û rûyê wî birîndar bûne.

Her di vê derbarê de, heftiya derbasbûyî 2 kolber ên bi navên “Hêmn Xosrewî” xelkê Merîwanê û “Rizgar Mewlûdzade” xelkê Bane, bi sedema gullereşandina hêzên leşekrî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejale” a bajarê Bane, birîndar bibûn.