Li Mehabadê binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:44 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 28ê Cozerdanê welatiyekî Kurd ê bi navê “Seyd Ehmed Talane” temen 28 salî û kurê Seyîd Rehîm xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev ciwan, han bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li nêzîkî mala xwe hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata Seyîd Ehmed Talane ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye.

Heya dema belav kirina vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî ciwanê Kurd nîne.