Li ser sînorê Bane, 2 kolber bi gulereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bûn

10:17 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Du kolberên bi navên “Hêmn Xosrewî” xelkê Merîwanê û “Rizgar Mewlûdzade” xelkê Bane, piştî gullereşandina leşkerî yên dewletê yên li ser sînorê “Hengejale” a bajarê Bane, birîndar bûn.

Li gor çavkaniyek agehdar, roja Pêncşemî 5ê Gelawêjê, Hêmn Xosrewî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve ji lingê xwe birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Roja Duşemî 2`ê Gelawêjê Rizgar Mewlûdzade bi goleyan li her du lingên xwe birîndar bûye û bo çareseriyê bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bê hişyariyek berê rasterast gule berdan van her du kolberan.

Wêne ji rast ber bi çep: Rizgar Mewlûdzadeh û Hêmn Xosrewî