Avdanan; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:40 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Çarşemî 4’ê Gelawêjê welatiyê bi navê “Mihemedhusên Hasilî” xelkê bajarê Serabax a bajarê Avdanan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê Haşî bi tundûtûjiyê di mala wî ya şexsî de binçavkirine.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî welatî dest nekevtine.