Sine; Esad Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

16:15 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Duşemî 2`ê Gelawêjê, çalakvanê medenî ya bajarê Sinê yê bi navê Esed (Mesûd) Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Hêzên ewlehiyê li bajarê “Vîlaşehr” a ser bi bajarê Sinê, bê radestkirin belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirin.

Piştî vekolîna mala vî çalakvanê medenî, hêzên ewlehiyê dest danîne ser hinek kelûpelên wî yên şexsî û birin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Esed Mihemedî de nînin.