Seyîd Emîrhusên Mûsewiyanzade ji bo dadgeha Şoreşê ya bajarê Avdananê hat vexwendin

16:14 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Çarşemî 4’ê Gelawêjê, Seyîd Emîrhusên Mûsewîyanzade ciwanê xelkê bajarê Avdananê bo taya duyem ê dadgeha Şoreş a vî bajarî hate gazî kirin.

Ev ciwan bi tohmeta “propagandaya dijî hikûmetê, heqaret li dijî rêberê Îranê, belavkirina derewên li rêya torên civakî û endametiya di rûpelên civakî, bo taya duyem ê dadgeha Şoreş a Avdananê hatin gazîkirin, demjmêr 10.00’an ji bo der barê Seyîd Emirhusên de rûniştina dozê were lidar xistin.

Seyîd Emirhusin Mûsewiyanzade di rojên derbasbûyî de gazînameya Dadgeha Şoreşê ya Avdananê wergirtibû.