Mehabad; Omîd Mezlûm ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

15:58 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja sêşemî 3ê Gelawêjê, Omîd Mezlûm birayê girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Mehabadê Muhsin Mezlûm ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Ciwana Teymsî hevjîna Muhsin Mezlûm ragihand ku Omîd Mezlûm di mala xwe ya şexsî ya li gundê “Atmîş” a Mehabadê de hatiye binçavkirin.

Çar girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Muhsen Mezlûm xelkê Mehabadê, Hejîr (Mihemed) Feremerzî xelkê Dêhgolanê ji Sinê, Wefa Azerbar xelkê Bokanê û Pêjman Fetahî xelkê Kamiyaranê, di 1`ê Gelawêja sala 1401`an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li gundê “Yingce” ya ser bi navçeya Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û piştî derbasbûna salekê heya niha jî malbatên van ti agahî li bara qedera van tunîn.

Komara Îslamî ya Îranê du caran li mehên Xezelwer û Sermawez a sala 1401`an, îtirafên bi zorê yên van girtiyên siyasî belav kiriye ku bûye sedema dilgiraniya mezin a malbatên van girtiyan. Malbatên van girtiyan nîgeran in ku Komara Îslamî bi vê kiryarê û bi şopandina senaryo û dosyeya ewlehiyê, hukmê îdamê ji bo van girtiyên siyasî derbixe û bi cih bîne.

Di vê fîlmê de îtirafên bi zorê yên Komara Îslamî îdia dike ku wan “mebesta teqîna yek ji kargehên firokeyan li Îsfehanê hebûye”. Lê Partiya Komele ya Kurdistana Îranê bi tundî ev îdia û tohmetên Komara Îslamî ya li ser endamên xwe red kir.

Ev çar girtiyên siyasî yên girtî di heyama vê salê de ji mafê hebûnaa parêzer, pêwendî û hevdîtina bi malbatên xwe re bê par mane û heta niha ti kes ji malbatên van girtiyên siyasî nizanin ku li derê girtî ne.