Sine; 2 sal cezayê girtîgehê li çalakvan Borhan Seîdî hat birîn

15:57 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Borhan Seîdî, çalakvanê kedkarî yê xelkê Sinê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya vî bajarî bi serokatiya dadwer Seîdî, bi du sal hepsa te`zîrî hat cezakirin, ku 4 sal ji girtîgehê di rewşa ragirtî de ye.

Dadgehê ev xebatkarê kedkariyê bi “kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya netewî” tohmetbar kiriye û biryar roja Duşemî 2ê Gelawêjê jê re hat dayîn.

civîna dawî ya dadgeha Borhan Seîdî roja Şemî 31ê Pûşperê li taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sinê hat lidarxistin.

Roja Şemî 27’ê Cozerdanê, ev xebatkarê kedkariyê piştî danîna kefalebarimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Sinê hatibû azadkirin.

Saîdî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer re bê par bûye.

Roja Pêncşemî 28’ê Banemerê, ev çalakvanê kedkarî piştî gazîkirina bo Îdareya îtla`ata bajarê Sinê hatibû binçavkirin.