redkirina biryara pêragihîştin bi dadgeha mamosta Arman Sadiqî li dadgeha Hemdanê
civîna cezayê destpêkî ya mamosta Arman Sadiqî, pêşminêjî Înê yê gundê “Husênî” a bajarê Dêwolanê û rêveber û mamostayê Darululûma Mihemed Resûlullah Dêwolanê, li dadgeha pêdaçûna taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedanê hat redkirin.
Li gora nûçeya gihîştî bi Kurdpayê, roja Şemî 10’ê Pûşperê, di pêwendiyeke telefonî ya dadgeha pêdaçûna Taybet a Rûhaniya Hemedan de, jî wî meleyê Kurd re hat ragihandin ku biryarên derbarê wî de bi dawî bûn û nerazîbûn nayê qebolkirin û dosyeya wî bo bicihanîna biryaran hate şandin..
Mamoste Arman Sadiqî bi îdiaya “propagandaya li dijî nizamên” û “tevlîhevkirina hizra giştî” ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê ve cezayê 7 meh û nîv heps, 74 qamçî û qedexekirina li xwekirina kincên melayan ji navbirî re hate birîn.
Roja Sêşemî 8’ê Xezelwer a 1401’an, mamosta Arman Sadiqî, pêşnimêjê înê yê gundê “Husênî” a ser bi bajarê Dêwolanê, li dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê hate tohmetbarkirin û bi danîna barimteyê hat berdan.
Ev meleyê Kurd piştî piştgirî dayîna serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hate gazîkirin.