Li sînorê Newsûdê kolberek ji aliyê hêzên hikûmetê ve rastî lêdanê hat

13:26 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Şemiyê 31’ê Pûşperê kolberê bi navê “Beşîr Rehmanî” li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî lêdanê hat.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê dest danîne ser telefona vî kolberî û şikandine.

Her wiha êvariya roja Şemiyê 31’ê Pûşperê 3 kolberên 17 temen salî yên bi navên “Parsa (paşnav ne diyar)” xelkê gundê “Teşar” a ser bi Newsûdê, “Nîma Rehîmî” xelkê gundê “Teşar” a ser bi Newsûdê û “Sorûş Îbrahîmî” xelkê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên ser sînûr ve hatin birîndarkirin.

Ev 3 kolber bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pawe hatin veguhestin û rewşa giştî ya du kolberan xirabe.