Li gundê “Nêy” yê Merîwanê hêzên hikûmetê êrîşî ser welatiyekî kirin

11:52 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Duşemî 2’ê Gelawêjê hêzên hikûmetê avêtine ser mala welatiyê bi navê “Berzan Erjengî” xelkê gundê “Nêy” a Merîwanê û dest biser mal û milkên ksibkaran de girtin.

Li gor çavkaniyeke agehdar a Kurdpayê, piştî êrîşa hêzên hikûmetê bo ser mala vî welatî, ev hêz bi xelkê gundê “Nêy” re ketine pevçûnê û dest bi teqekirina û avêtina gaza rondikrêj bi ser xelkê de kirin.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Hêzên hikûmetê bi Hêlî Şatê dîmenên şer û pevçûnan di navbera xelkê gundê “Nêy” û hêzên hêzên xwe de kişandin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Di van nakokiyan de “Esrîn Kanîsananî” hevjîna Berzan, lingê vê birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Hêzên hikûmetê piştî dest bi serde girtina mal û milkên kasibkaran û şerê bi xelkê re, ji gund derketin.