Bane: Binçavkirina çalakvanê jîngehparêz Hakim Mihemedpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:26 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 25’ê Pûşperê çalakvanê jîngehparêz û endamê Komeleya Jîngehparêz a Pajîn a Bane, Hakim Mihemedpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê ev çalakvanê jîngehparêziyê binçavkirine.

Vê çavkaniyê haydar her wiha got: Mihemedpûr ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Banê hatiye veguhastin.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî çalakvanê jîngehparêziyê de tine ye.