Pêdram Moînî piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Sinê hat berdan

10:42 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 11’ê Pûşperê, Pêdram Moînî, xwendekarê doktoraya civaknasiya siyasî ya Zanîngeha Zanist û Lêkolînê ya Tehranê, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Sinê hat azadkirin.

Ev xwendekarê Kurd di dema binçavkirinê de di odeya takekesî de hatiye ragirtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bona îtrafên bi zorê rastî givaşan hatiye.

Roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, hêzên ewlehiyê bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê avêtin ser ofîsa Pêdram li bajarê Banê û ew binçav kirin.

Piştî lêgerîna li ofîsa Pêdram, hêzên ewlehiyê dest danîne ser hin kelûpelên wî yên şexsî û telefona wî birin.

Navbirî ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hat veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo girtîgeha vî bajarî hat veguhatin.

Moînî jî di 2’ê Rezberê de di dema serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin.

Ev xwendekarê Kurd piştî veguhastina bo nenda 240an a girtîgeha Êvînê bi barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî hate azadkirin.

Pêdram Moînî ji aliyê lêpirsînê Serdozgeriya Êvînê ve bi “çalakî li dijî ewlehiya netewey ya welat”, “propaganda li dijî nizamê” û “têkdana ewlehiya giştî bi rêya beşdariya di xwenîşandanan de” hatibû tometbarkirin.

Pêdram Moînî, 38 salî ye û kurê Ezîzullah û xelkê bajarê Sinê ye.