Cezayê bidarvekirina welatiyekî xelkê bajarê “Hersîn”ê bi rê ve ço

12:03 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibêdeha roja Sêşemî 27`ê Pûşperê, cezayê bidarvekirina binçavkiriyek ê bi navê “Seîd Elmasî”, xelkê bajarê “Hersîn”ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya bajarê Hemedanê, bi rê ve ço.

Ew binçavkiriyê han li sala 1396 a Rojî, bi tohmetên girêdayî bi madeyên hişber, hatibû binçavkirin û ji aliyê berpirsên dadweriyê ve cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Seîd Elmasî yê temen 41 salî, zarokek biçûk heye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, nûçeya bidarvekirina “Seîd Elmasî” ji aliyê berpirsên fermî an ragihandinên navxweyê Îranê ve nehatiye belavkirin.