Bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê

12:02 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Sêşemî 27’ê Pûşperê hukmê girtiyê bajarê Nodşe yê ser bi Paweyê yê bi navê “Hebîbullah Îlxanî” li girtîgeha Dêzilavaya Kirmaşanê hate bidarvekirin.

Ev welatiyê han berê berpirsê perwerdeyê bûye û 12 salan berê bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dozgeriyan ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.