Hunermendekî xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate binçavkirin

11:58 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hunermend û çalakvanê çandî yê xelkê bajarê Bokanê “Riza Xoşnezer”, ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Pêka nûçeya “Xoragirî” ya “Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistan”ê roja Yekşemî 25`ê Pûşpera 1402 a Rojî, hêzên hikûmeta Îranê li bajarê Bokanê, êrîş kirine ser mala hunermendê xelkê wî bajarî “Rîza Xoşnezer” û bi reftareke tundûtîj ew binçav kirine û ligel xwe birine.

Hêzên hikûmeta Îranê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û yasayî û bi hêceta vê ku wî hunermendî sirûdeke niştimanî ya bi navê “Weten” strandiye, bi awayekî tundûtîj ew binçav kirine û heta niha, ti zanyariyek li ser qeder û rewşa navbirî li ber dest nîne û lipeykevtina malbata wî jî bê encam mane.