Li sînorê Hewramanê kolberek bi giranî birîndar bû

11:52 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja şemî 24’ê Pûşperê, kolberek bi navê “Mihemedsalih Qenberî” xelkê gundê “Sefî ava” a ser bi navçeya Ciwanroyê, li sînorê “Tete” ya Hewramanê ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve bi giranî birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê ev kolber kirine armanc û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Îmam Riza ya Kirmaşanê hatin veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, rewşa vî kolber xirab e û tê pêşbînîkirin ku lingê wî yê rastê were jêkirin.