Muhsen Cewadîfer û Şafî Azîr piştî danîna barimteyê hatin berdan

17:07 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 25’ê Pûşperê, du welatiyên xelkê Peswê yê Pîranşarê, yên bi navên “Muhsen Cewadîfer” û “Şefî Azîr” bi danîna barimteyl heta dawî hatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Îdareya Îtila`ata Urmiyê hatin berdan.

Ev her du welatî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û malbatan re bê par bû ne.

Roja Yekşemî 21`ê Cozerdanê, ev du welatî bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata Urmiyê hatibûn veguhastin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina van her du welatiyan de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Muhsen Cewadîfer û Şafî Azîr