Li girtîgeha Nexedê girtiyek hat darvekirin

17:06 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Duşemî 26`ê Pûşperê, girtiyê bi navê “Senger Xizrî” yê xelkê Serdeştê li girtîgeha Nexedê hate bidarvekirin.

Ev girtî roja Yekşemî 25ê Pûşperê ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Ev girtiyê han pêştir li Pîranşarê bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.