Seqiz; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:41 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Pêncşemî 8’ê Pûşperê welatiyekî Kurd ê bi navê Babek Hicazî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniya ku ji Kurdpa re ragehandiye, hêzên ewlehiyê bi bê pêşkêş kirina belgeya dadgehê ev welatiyê han li cihê karê wî de binçavkirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Hicazî de ber dest tuneye.