Nexede; Cemal Resûlzade bi danîn barimteyê hat berdan

17:05 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 25’ê Pûşperê Cemal Resûlzade kurê Mihemed û xelkê gundê Xûrîncê yê Pîranşarê piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedê hat berdan.

Ev welatiyê han di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bê par bûye û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ji girtîgehên ewlehiyê bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin.

Sibeha roja Yekşemî 21`ê Cozerdanê, Resûlzade bê radestkirina belgeya dadgehê û bi tundûtûjiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.