Welatiyekî xelkê Kurdistana Îraqê bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin

16:26 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Welatiyekî xelkê parêzgeha Helebçê ya ser bi Herêma Kurdistanê yê bi navê “Qazî Mistefa” bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran canê xwe ji dest da.

Kanala televîzyoniya Kurdistan24 li vê derheqê de belav kiriye: “Pênc rojan berî niha, ew welatiyê han li dema temirandina agirpêketina ku nêzî gundê wan de qewimûbû, bê serûşûn bibû.

Pêka gotina vê televîzyonê, gundê wî welalatiyî li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê û Kurdistana Îranê ye û piştî derbasbûna 5 rojan, termê wî li nexweşxaneyekê de li bajarê Kirmaşanê hatiye peydakirin ku bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran, canê xwe ji dest daye.