Bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Urmiyê
                    
                    16:16 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023
                
             
            Sibeha roja Pêncşemî 22’ê Pûşperê, girtiyê bi navê “Husên Dovelxanî” yê xelkê bajarê Şûtê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.
Ev girtiyê han di sala 1396`an de bi tawana “kuştina bi zanebûn” a xwîşka xwe hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.
 
                             
                             
                            