Erselan Mihemedî li Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

10:15 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Pêncşemî 22’ê Pûşperê ciwanekî Kurd ê bi navê Erselan Mihemedî kurê Elî û xelkê gundê Gergol a Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek agehdar ku ji bi Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlekarî bi bê radestkirina belgeya dadgehê, ev welatiyê han li nêzîk mizgevta gundê “Gergol Serê” binçav kirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Erselan Mihemedî de ti agahî nehatine bidestxistin.