Ji malbatên can goriyê Sinê Ebdulrehman Nesrî û Arman Hebîbî bi cezayê hepsê û qamçiyê hatin cezakirin

17:16 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ji malbatên can goriyên Sinê Ebdulrehman Nasrî û Arman Hebîbî ji aliyê taya 101 ya Dadgeha Cezayan ya Bokanê ve 6 meh cezayê girtîgehê û 40 qamçiyan birîn.

Dadgehê ev her du welatî bi “têkdana ewlehiya giştî” tohmetbarkirin û ev biryar roja Şemiyê 17’ê Pûşperê ji wan re hatiye ragihandin.

Êvara roja Înê 19`ê Cozerdana sala 1402`an, Ebdurrehman Nesrî û Arman Hebîbî tevî malbatên qurbaniyên Sinê, Dêwolann û Dîwandere piştî bidawîkirina merasima li ser gorên qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî li goristana Ayçî ya Seqizê û Goristana Bokan û li deriyê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Ev her du welatî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê di 25’ê Cozerdanê de ji girtîgeha Bokanê hatin berdan.

Di 26’ê Xezelwera 1401’an de birayê Arman Hebîbî Aram Hebîbî di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sinê ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Ebdulrehman Nesrî û Arman Hebîbî