Mamend Qureyşî li Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
17:15 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023
Roja Sêşemî 20’ê Pûşperê welatiyê xelkê Mehabadê yê bi navê Mamend Qureyşî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li yek ji cadeyên bajarê Mehabadê bi bê radestkirina belgeya dadgehê ev welatî binçavkirine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin Qureyşî û tohmetên li ser wî de ti agahî nehatine bidestxistin.