Ev 10 roj in ji çarenivîsa Saman Paşayî bêagahîne

10:40 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Tevî ku 10 roj bi ser binçavkirina Saman Paşayî werzişvanê medala cîhanî ya guleştêya ferengî û xelkê Seqizê re derbas bûne, lê ti agahî derbarê çarenivîsa wî de tuneye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev werzişvanê han ji mafên pêwendiya telefonê, serdana malbatê û hebûna parêzer bê par e.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Tevî ku malbata Paşayî serî li Îdareya Îtila`ata Sinê dane, lê hêzên ewlehiyê red kirine ku bersiva zelal derbarê çarenivîsa Saman bidin.

Roja Yekşemî 11`ê Pûşperê, Paşayî bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Saman Paşayî doktoraya xwe di warê fîzyolojî û xwarina werzişî de heye û endamê Akademiya Netewî ya Pizîşkî ya Werzişî ya Amerîkayê ye ku li zanîngehên Kurdistanê mamostetiyê dike.

Heta niha derbarê sedema binçavkirinê û tohmetên li ser Saman Paşayî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.