Soran Şerîfî ji girtîgeha Bokanê bo murexesiya dermanî hat şandin

11:39 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di rojên derbasbûyî de girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Bokanê Soran Şerîfî ji girtîgeha vî bajarî bo murexesiya dermanî hat şandin.

Li gor çavkaniyek agehdar ji Kurdpayê re, ev girtiyê siyasî ji ber nexweşiya pêşt êşê ji bo mirexesiya dermanî hatiye şandin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Di meha Banemera îsal de, taya 13 ya dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Azerbaycana rojava, daxwaza vî girtiyê siyasî ji bo çavdêrîkirina bi sîstemên elektronîkî hatibû red kirin.

Ev girtiyê siyasî bo cara yekem roja Sêşemî 21`ê Pûşpera 1401`an de çûye murexesiyê û roja Yekşemî 16`ê Gelawêja heman salê vegeriyaye girtîgehê.

Roja Çarşemî 20’ê Rêbendan a 1400’an, ev girtiyê han bo derbaz kirina hukmê xwe bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê han bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” û “propagande dijî hikûmetê” ji aliyê taya 101 a dadgeha cezayên giran a Bokanê ve bi 7 sal heps hatiye cezakirin û ev hukmê roja Şemî, 20ê Xermanana 1400 bi fermî ji wî re hatibû ragihandin.

Li gorî yasaya komkirî, piştî derbaskirina 5 sal cezayê vî girtiyê siyasî dikare were cîbicîkirin.

Şerîfî xwediyê dermanxaneya “Hekîm” li Bokanê ye û dadgehê biryara daxistina 2 salan bo vê dermanxaneyê derxistibû.

Roja Duşemî 3`ê Cozerdana sala 1400`an, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê binçakiribûn û di meha Tîrmeha heman salê de, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya dawîhatina dozê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata Bokanê hatibû azadkirin.

Di heyama binçavkirinê de ev welatiyê han ji mafê “diyarîkirina parêzer” û “hevdîtina bi malbata xwe re” bê par bûye û hêzên ewlehiyê dest danîne ser hin kelûpelên wî yên şexsî yên weke, telefon, kompîtur û pirtûkên wî.