Li Pîranşarê welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Pîranşarê ve hat binçavkirin
10:38 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023
Sibeha roja Duşemî 19’ê Pûşperê welatiyek Kurd ê bi navê “Hîwa Derxordî (Xarice)” û xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê radestkirina belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Hîwa Derxordî de tine ye.