Sine; Ribwar Ebdulahî, çalakvanê kedkarî, hat binçavkirin

10:35 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Çarşemî 21’ê Pûşperê, Ribwar Ebdulahî, çalakvanê kedkarî yê xelkê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Ev çalakvanê kedkarî dema ku ji mala xwe derketibû û çûbû ser kar, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi bê nîşandana belgeya dadgehê hat binçavkirin.

Ev çalakvanê kedkarî di meha Rêbendan a sala 1400`an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bi tohmeta “propaganda dijî dewletê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Sinê bi serpereştiya dadwer “Seîdî” du sal hepsa tei`zîrî bo hatibû birîn.

Her wiha Ribwar Ebdulahî endamê berê yê komîteya hemahengî bo alîkariya dirustkirina rêkxistinên kedkaran di sala 1393`an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sinê bi serokatiya dadwer “Seîdî” bi “endamtî di komîteya hemahengî û hevkariya bi partiyên siyasî û dijberê hikûmeta Îranê re hatibû tohmetbarkirin û, salek hepsa te`izîrî bo birîbû.