Li herêmên sînor ên Hewramanê 2 kolber birîndar bûn

16:32 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Duşemî 19’ê Pûşperê, kolberek bi navê “Cemal (paşnavê ne diyar)” temen 50 salî, xelkê Merîwanê li sînorê “Tete” ya Hewramanê ji aliyê leşkerên hikûmeta Îranê ve hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li Kolber reşandin û kolberê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Merîwanê.

Di vê bûyerê de Kolber ji ber guleyekê ji pişta stû û serê xwe birîndar bû.

Di vê derbarê de, roja Yekşemî 18’ê Pûşperê, serbazekî bi navê “Îdrîs Rehmanî” kurê Fayîq temen 33 salî û xelkê bajarê Selas Bawecanî li sînorê Newsûdê ji aliyê leşkerên Îranê ve hat birîndar kirin.